HALABJA Jİ QADA NAVNETEWÎ HELWESTA RASTEQÎN Û YARMETÎYÊ DİXWAZÊ!
The story of
BAŞURE KURDISTANÊ NE MEYDANA ŞERE !
MAFÊ DEWLETA TIRK, ÎRAN Û PKK TÛNEYE KÛ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BIKIN MEYDANA ŞER!
Statûya Federal ya Başûrê Kurdistanê bi dezgehên xwe yên netewî,giringtirîn destkeftîyên xebata demokrasî û azadîya Kurdistanê ye. Dezgehên neteweyî li Başûrê Kurdistanê; Parlamentoya Kurdistanê, Hikumeta Herêma Kurdistanê (HHK) û dadgehên Kurdistanê ji destpêka yekemîn helbijartina azad ya 1992’ê ve, roj bi roj xwe nêzî standartên dewletbûnê dikin. Hêjayî gotinê kû asta dezgehên neteweyî li Kurdistanê, bi hemî kêmasîyên xwe ve jî, ji asta çendîn dewletên kevnare pêşdetirin.