BÊRÊZÎYA LI HEMBER ALA KURDISTANÊ Û ŞEWITANDINA AVAHÎYA LIQA 5 YA PDK´Ê HELWESTEK HOVANE YE!

Roja 17.10.2020 li Baxdayê êrîş hate kirin li ser avahîya liqa 5 ya Partîya Demokrata Kurdistanê -PDK û di wê bûyerê de avahî hate şewitandin û bêrêzî hatê kirin li hember ALA KURDISTANÊ.

Grupa êrîşkar kû beşek

e ji Heşda Şeibî bi kiryarên xwe tehdîdeke bo pêkvejîyanê li Kurdistan û Iraqê û helwestên vê grupê rêgirin bo peywendîyên erênî di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Ala Kurdistanê sembola xelkên Kurdistanê ye û li Iraqê jî, Ala Kurdistanê yasayîye li gor destûra dewleta federal ya merkezî.

Ala Kurdistanê sembola herî bilind ya xelkê Kurdistanê ye û di heman wext de, sembola xebata welatekî bindest li dij zordarî û diktatorî û hovîtîyê ye.

Ala Kurdistanê di cografya rojhilata navîn de sembola, demokrasî, azadî û aştîyê ye.

PDK-BAKUR şewitandina Ala Kurdistanê û avahîya liqa 5 ya PDK bi tundî şermezar dikê.

Di dîroka Kurdistanîyan de, ne yek carê jî Ala Kurdistanê bi wateya dijminatî li xaka ti welatî nehatîye hildan. Lê hêzên tarî tehemmula wan tûneye kû Ala Kurdistanê li nav xaka xwe -li Kurdistanê jî bêt berzkirin. Kerkuk numûneye, Şengal numuneye, Xaniqîn û gelek cihên din numûnênin wek berhemên 16.Cotmeha 2017´ê.

Grûpa êrîşkar bi palpiştên xwe ve, nikarin tehemmula jîyanek demokrat, azad û aştîyane bikin.

Êrîşa hêzên hov kû yarmetîya xwe jî dewlêtên dagirker distinîn, tenha dixwazin destkeftiyên Kurdistanê têkbibin û di heman wext de serwerîya Iraqê jî binpêbikin.

Grupa êrîşkar bi bedena xwe Iraqî jî bê, bi mêjîyê xwe û bi kiryarên xwe, di xizmeta dewleta Îranê de ye. Bo vê çendê, ew bi kiryarên xwe di heman wext li dij berjewendîyên Iraqê ne.

Kiryarên grupa êrîşkar têkdaneke tehlûkeye li dij berjewendîya xelkên Kurdistanê û Iraqê.

PDK-BAKUR bi tundî kiryarên grupa êrîşkar şermezar dikê kû destdirêjî û bêrêzîyê li hember Ala Kurdistanê dikê û avahîyên partîyên yasayî, sîyasî dişewitînê.

Bijî xebata Kurdistanîyan bo mafê demokratî, netewî, azadî û aştîxwazî.

18.10.2020

PDK-BAKUR

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ – BAKUR