Êrîşa dewleta turk.

Dewleta Turk  roja 9 ê cotmehê bi mebesta têkbirina destkeftîyên kurda êrişî Başurê-Rojavayê Kurdistanê kir.

 

Erdogan li civîna giştî ya NY de, planên êrîşa îro anî rojevê. Cihê xemgînîyê ye kû planên êrîşkar bi yekdengî nehat protestokirin.

 

Di destpêka şerî de, ji ber bombebaranên devleta turk, nêzî 70.000 mirovên sivil cîh û warên xwe berdana. Xelkên sivîl hatine kuştin kû di nav wan de zarok, jin û kal henin.

 

Pêwiste, xwîna welatîyên Kurdistan, nebê qurbana  helwesten dereng ya burokrasî ye.

 

Şerê Turkîyê li  dijî qanûnên navneteweyî ye û sûce û rewşa ne aram li herêmê aloztir dikê.

 

Şerê dewleta turk di heman wext de, yarmetiyeke bo bihêzbûna Daeş.

 

Li gel kû di vî şerî de, Türkiye di sîyaseta navnetewî de gelekî lawaz bûye, lê dîsa jî di êrîşen xwe yên dagirkerî de berdewame.

 

Em carek din bang li TEVDEM dikin kû rêz li yekîtîya mala kurd bigrê û nê rêgir bê bo xebata piralî ya kurd û Kurdistanî.

 

PDK-Bakur bang dike li NY, YE û NATO kû vî şerê qirêj yê dewleta turk rawestînin û di zûtirîn wext de rê li ber karesatên mirovî bigrin û xelkên sivîl  biparêzin.

10.10.2019

PDK-BAKUR

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ-BAKUR