ŞERÊ TURKIYE LI DIJ DAIŞ Ê Û RASTÎYA ÊRÎŞA CERABLUSÊ !

Leşkerê Turkiyê 24 ê tebaxê êrîş bir ser bajarê Cerablûs ê.

Ji dema ku kriza Surîyê destpêkirîyê ev cara yekemîn ê leşkerê Turkîyê sînorê Surîyê derbas dikê.

Ji hêlekê ve Hêzên Welatên Hevpeymanî û ji hêla din de hêzên Rusya û Îranê bo alîkarîya Beṣar Esed beṣdarî kirine di ṣerê Surîyê de.

 

Lê, ev cara yekemîn e ku hêza welatekî biyanî, hêza Turkîyê di riya bejayî de sînorê Surîyê derbas dikê.

Turkîye bi ṣêweyek heṣkere terora DAEŞ ê dikê hincet û êrîṣê dibê ser bajarê Cerablus ku hetanî rojek berê di bin kontrola DAEŞ de bû.

Turkîye rêxistina PYD jî wekî DAEŞ terorist dibînê û di heman wext de dixwazê bi vê êrîṣa xwe,

pêṣkeftina hêzên Surîya Demokratîk rawestînê. Wekî tê zanîn YPG (hêza leṣkerî ya PYD) beṣekî sereke ye ji hêzên Surîya Demokratîk.

 

Pêwiste li vira werê dîyarkirin ku ṣerê Turkîyê li dij DAEŞ ê, durî rastîyê ye.

Ti welat ji vê helwesta Turkîyê ne bawer e. Turkîye bi xwe, vê yeke xweṣ dizanê.

Di 2 salên dawî de peywendîyen Turkîye û welatên hevpeyman gelekî sar bûn ji ber, bê helwest bûyina Turkîye li dijî DAEŞ ê.

Gelek cara medya welatên Ewrupa qala peywendîyên Turkîyê û DAEŞ ê dikir, di warê sîyasî, aborî, leṣkerî û taybet jî di derheqa kirîna petrolê de.

Dema ku Rusya û Turkîye ne li hev bûn bazirganîya petrolê ya Turkîyê û DAEŞ ê, gelek cara di medya cîhanê de hatin belavkirin.

 

Nerîna Turkîyê ku dibê DAEŞ li ser sînorê me, ne aramîyê peyda dikê bo Turkîyê, nabê hinceta serekê bo êrîṣa ser Cerablus ê.

Lewra xweṣ tê zanîn ku nêzî 2 sal berê DAEŞ li Telabyad û li Kobanî bû. Ev her du cih jî li ser sînorin.

Bo ҫi dema ku hêza DAEŞ li ser sînor xurttir bû ne dibû xeter bo Turkîyê,

lê dema ku DAEŞ lawaz dibê û Kobanî û Telabyad ji destê DAEṢ tên rizgarkirin dibê tehluke bo Turkiyê?

 

Turkîye bi vê helwesta xwe, cardin xwe dikê terefek di kriza Surîyê de û bi ser de jî dixwazê xaka Surîye nexṣe bikê.

Li gor sîyaseta kûr ya dewleta Turkîyê tehluka herî mezin li Surîyê êdî ne Cepha El-nusra û ne Beṣar Esed e.

Di nav sînorê dewleta Surîyê de, ku dewlet ji hev hilweṣaye, tehlûka mezin bo Turkîyê tevgera kurd e.

Li gor nerîna Turkîyê, pêwsite kurd nebin hêzek xurt li Surîyê û di serê li dij DAEŞ ê pêṣve neҫin.

Turkîyê dizanî ku hêzên Surîya Demokratîk di demek nez de wê berê xwe bidin Cerablus

û dibê ku karibin Cerablus ê ji destê DAEŞ ê rizgarbikin.

Di demek wisa de, kontrola li ser sînorê Turkîye û Surîyê bi temamî dikevê destê hêzên Surîya Demokratîk.

Ji bo ku rê werê girtin bo rewṣek wisa û di demek wisa hestîyar de, dewleta Turkîyê êrîṣa xwe bir ser Cerablus e.

Turkîyê ketibû wê tirsê ku li ser sînor hemû dergeh li ber wan werin girtin û êdî bi rihetî

nikaribin têkiliyên siyasî aborî û leṣkerî bi hêzen li gor dilê xwe re pêkbikin.

 

Di dema îro de, Turkîye stratejîya ne dostanîya kurd bo xwe helbijartîye.

Ev stratejîyek gelek xirab e bo xelkê Kurdistanê û bo xelkên Turkîyê.

Di ṣûna stratejîyek wisa de pêwist bû Turkîye bi siyasetek aṣtîxwaz, bi reformên demokratîk

û sîyasî destê dostane direjî bikira bo xelkê Kurdistanê.

Di vê dema ku Turkiye bi brindarî xelas bû ji destê tereftarên Fethullah Gulen de,

stratejîyek wisa dikarî Turkîye bigihijandina astek bilind.

 

Di herêma Rojhilata Navîn de ku li gelek welata ṣer berdewama û tevlîhevîyek mezin heye,

dostanîya bi gelê kurd re, tenha qezenceke bo xelkê Turkîyê.

PDK-BAKUR cardin bi birane daxwaz dikê ji tevgera kurd li Rojavayê Kurdistanê ku hemî hêzên kurdî

û di serî de jî ENKS Û PYD di xebatek hevbeṣ pêkbînin.

Pêṣmergeyên Rojava vegerin Rojava û xaka welatê xwe li dij hêzên tundrew û dijmina biparêzin.

Em xweṣ dizanin kû yêkîtîya gelê kurd giringtirin gav e bo azadî û rizgarîya gelê Kurdistanê.

 

PDK-BAKUR

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ – BAKUR