Istanbul

Êrîşa hovane li Istanbul ê !

DAEŞ ê dengê êrîşa xwe ya hovane vê carê, ji Istanbul ê belav kir. Duh êvarî bi êrîşek xwekujî, DAEŞ ê cardin êrîşêk hovîtî li Istanbul pêkanî û hetanî nûka bêtir ji 40 merivî jîyana xwe ji dest dan û nêzî 300 mirovî jî brindarbûn e.

DAEŞ ê dengê êrîşa xwe ya hovane vê carê, ji Istanbul ê belav kir. Duh êvarî bi êrîşek xwekujî, DAEŞ ê cardin êrîşêk hovîtî li Istanbul pêkanî û hetanî nûka bêtir ji 40 merivî jîyana xwe ji dest dan û nêzî 300 mirovî jî brindarbûn e. Gelê Kurdistanê û bi taybet kurdên Ezîdî, xelkê Iraq û Surîye hovîtîya DAEŞ ê ji nêz vê nasdikin.

Di vê dema herî pêşverû û modern de hovîtî, ne mirovantî, bê moralî û barbarî bûye qismetê DAEŞ ê. Rêxistina DAEŞ ê, li her cîyê ku mecala wan hebê, vê hovîtîya xwe didin xûyakirin. Berî nûka Li Shingal, li Musil, Li Paris, li Suruc,… û dawî jî (!) li Istanbul hovîtîya xwe pêkanî.

Di van salên dawî de, bi milyonan meriv ji ber şerê DAEŞ kocber bûn û bi sedhezaran meriv hatin kuştin bi kiryarên DAEŞ ê. Bê dengbûn li dijî kiryarên DAEŞ ê, an jî peywendîyên bi DAEŞ ê re, xeletîyek stratejîk e ku di dawîyê de zirarê didê meriv bi xwe jî.

Êrîşa dawî kû li Istanbul ê hatî kirin, da xuyakirin ku peywendîyên bi DAEŞ re, ji xendî zirarê tiştekî din bi xwe re nayîn e. Hovîtîya DAEŞ ê li dij xelkê bê guneh, xelkê sivîl ku piranîya wan zaro, ciwan, jin an jî pîre mêrin, hovîtîyeke li dij mirovantîyê ye. Bê dengbûn li dij kiryarên wisa, xeletîyek mezin e.

Xelkê Kurdistanê hovîtîya DAEŞ ji nêz ve nasdikê, bo vê ҫendê em wekî kurd, wekî Partîya Demokrat a Kurdistana Bakur (PDK-BAKUR) xemgînîya xwe didin xuyakirin bi xelkên ku zirar dîtî û bi taybet ên ku jîyana xwe ji dest dan ji ber kiryara hovane ya DAEŞ li Istanbul ê.

29.06.2016

PDK-BAKUR

Partîya demokrat a Kurdistanê – Bakur