Ewrên reş û tarî

Ewrên reş û tarî xwe li ser xaka Kurdistanê kom dikin.

Ev çend salin ku hovîtiyek mezin hate/tê kirin ji alî rêxistina hov- DAEŞ de li dij Kurdistanê. Dagirkirin û verankirina gundên Kurdistanê, şewitandina xak û petrola Kurdistanê ne bes bû, zarok, keç, law, jin û pîrên me jî bi şêweyek hovane hatin kuştin.

 

Kiryarên DAEŞ ê li dij xelkê Kurdistanê hovane bû û bo vê çendê pêwiste ji teref dadgehên navnetewî de werin tohmetkirin.

 

Di prosessa şerî de Peşmergeyên Kurdistanê, li dij rêxistina hov-DAEŞ ê, şerekî dijwar da û wekî encam; Kobanî, Mexmûr, Singhal û gelek gund û bajarên din yê Kurdistanê rizgarkir.

 

Em bi pêwistî dizanin ku sed hezar silav rêkin ji Peşmergeyên Kurdistanê re, hêza ku xaka Kurdistanê paqij kir ji qirêja rêxistina hov-DAEŞ ê.

Serkeftina hêza Peşmerge li dunyayê dengekî bilind veda ji ber ku ev serkeftin bi imkanên herî kêm, lê bi fedakarîya herî mezin hate kirin. Bo vê çendê serkeftina Pêşmergeyên Kurdistanê wek serkeftinek dîrokî, ne tenha bo xelkê Kurdistanê ye.

 

Ji alîyê din vê;

Hejmarek zêde ya xelkê Kurdistanê di nav êş û azarîya kiryarên şerî de dijîn. Kurdistanîyên me di welatê xwe de koçberin û hîna jî ne vegerîyana şûn û warê xwe. Lewra, şûn û warên vêrankirî nehatîne avadankirin.

 

Tevî van karesatên ku hatine kirin jî, xelkê Kurdistanê gihiştîye qonaxa destpêka şahîya rizgarîya welatê xwe. Belê wisa xûya dikê kû şahîya xelkê Kurdistanê, dijminên xwe ne rihet dikê û bo vê çendê ye kû gefên cur bê cûr li serkirdeyên herêma Kurdistanê tê kirin.

Ji Malikî bigre, hetanî grupên çekdar mîna Heşda-Seibî, gef li serkirdeyên Kurdistanê xwarin.

Peşkeftina siyaseta Hukumeta Herêma Kurdistanê dewletên cîran mîna Surîye, Turkîye, Iraq û Îran ê ne rehet dikê. Gefên dewleta Îranê ku çendin car hatin kirin li Hukumeta Herema Kurdistanê ewrên reşli ser xaka Kurdistanê tarîtir dikê. Destwerdana Îranê di siyaseta Başûrê Kurdistanê de û terora kû li Koyê hate kirin, pêlêkirineke li ser îradeya xelkê Kurdistanê. Bi çi hincetê bê bila bê, bombebarankirina xaka Kurdistanê ji alîyê firokên cengê yên Turkîyê jî, mîna kiryarên Îranê, pêlêkirinek e li ser îradeya xelkê Kurdistanê.

 

Yarmetîya dewletên dinê bi xelkê Kurdistanê re û heya dereceyekê jî serkeftina sîyaseta Herêma Kurdistanê xofeke mezin dixê dilê dewletên metingeh de. Bo vê çendê ye ku dewletên mêtingeh destwerdanê zêdetir dikin bona kû yekrêzîya xelkê Kurdistanê pêk neyê û bi taybet li Başûrê Kurdistanê.

Di navbera dewletên metingeh de nakokî hebin jî, dema ku pirsa kurd derdikevê rojevê, ew dikarin li hev kom bibin û peymana bi hev re pêkbinin li dij berjewendîyên doza Kurd. Peymana di navbera Rusya,Iran,Turkiye û Surîye de minaka herî dawî ye.

 

Niştimanperwerîya xelkê Kurdistanê, di demek wisa de pêwiste hîn xurttir bê û bikaribê ewrên reş ji ser xaka Kurdistanê belav bikê. Pêwiste ku em kurd gelek baş zanibin ku Parlamento, Hukumeta Herêma Kurdistanê û Serokatîya Herêma Kurdistanê dezgehên herî rewa ne û tenha ev dezgeh dikarin bi şêweyek fermî xelkê Kurdistanê temsil bikin. Tevî hemî kêmasîyên xwe jî, rêzgirtin bo biryarên Parlamento û Hukumeta Herêma Kurdistanê, tê wê wateyê ku evaya di heman wext de rêzgirtine bo berjewendîyên xelkê xwe û parastina doza Kurdistanê.

PDK-BAKUR

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ-BAKUR