Halabja

DI 31.SALVEGERA KOMKÛJÎYA HALABJA DE,

DEM JI MÊJ HATÎYE KÛ QADA NAVDEWLETÎ

HELWESTA RASTEQÎNE BISTÎNÊ!

 

 

Rejîma Iraqê bi serokatîya Saddam Huseyn, 31 sal berê di rojên 16-18 ê Adarê de bi çekên kîmyewî êrîş bir ser bajarê HALABJA wek berdewamîya Anfal li Başûrê Kurdistanê.

 

Di navbera 3 roja de bi kêmasî 5000 merivên sivîl jîyana xwe ji dest dan û nêzî 10.000 zarok, jin û merivên bê çek jî birîndarbun.

 

Êrîşa li Halabja, yekemîn êrîşa rejîma Iraqê ye kû bi çek/gaza kîmyewî li dij xelkê sivîl hatîye kirin.

Hêzên dewleta Iraqê bi serpereştîya Ali Hassan Al-Majid (Ali Kimyewî), bi hinceta têkbirina tevgera welatparêz ya Kurdistanî, li dij gelê kurd çekên qedexe bikaranîn.

Di êrîşên dema Anfal de, nêzî 100.000 sivîl hatin kuştin û bêtir ji 4000 gund hatin vêrankirin.

 

Her çiqasî Qatlîma li Halabja û Anfal bi hesanî dihat zanîn wek qirkirina gelê kurd, lê hezar mixabin kû dewletên dinê û civaka navnetewî helwesta xwe li ser rastîya bûyerê nedan xûyakirin.  

 

Di sala 1988 de Yekîtîya Netewan (UN) bi beşdarbûna 98 endamên xwe «Peymana qirkirina gel» îmza kiribun û li gor vê peymanê ew berpirsîyarbûn kû helwest bigrin di rewşên mîna qatlîama Halabja.

 

Pêwiste meriv bidê dîyarkirin kû rêxistina bi navê «Human Rights Watch» di vê demê de xebatek hêja kirîye, lê hetanî sala 2003 yê ( dema kû Amerîka Iraqê dagir dikê),  ne yek leşker an jî ne yek siyasetmedarê Iraqî nehatiye darezandin ji ber kiryarên hatî kirin li Başûrê Kurdistanê û bi taybet li Halabja.

 

Berîya 2014`ê civaka navnetewî bi şêweyek giştî qala tehlûkeyên paşerojê li Iraqê dikirin. 

Wek nimûne Global Center di 2013 de berî kû DAEŞ Musilê dagirbikê rapportek belav kiribû di derheqa rewşa ne aram li Iraq û Kurdistanê. Ne Iraqê û ne jî civaka navnetewî helwesta rêgirtinê  li hember kiryarên DAEŞ´ê nesitandin. 

 

DAEŞ`ê di hazîrana 2014`ê de bi dagirkirina Musilê bû xwedî çek û pere û peyre jî damezrandina dewleta xwe ragehand. 

Wekî tê zanîn ISIL/ISIS/DAEŞ`ê piştî demek kurt, di 3 yê tebaxa 2014 de êrîşî Şingal û bajarok û gundên derdorê kir. Niştecîyên deverê kû piranîya wan kurdên Êzîdî bûn, rastî gelek komkujîyê hatin. 

 

Di demek wisa de kû birînên qatliama li Halabja nehatibun dermankirin û di demek wis de kû civaka navnetewî hîna navê rasteqîne li qatlîama Halabja nekirî, fermanek nû li dij gelê kurd hate kirin. 

 

Nûke, li gelek welatan, endamên rêxistina DAEŞ´ê kû hatine desteserkirin, tenha bi mebesta kiryarên terrorî tên darizandin. 

Darizandinên bi vî awayî, dikarê bibê egera dubarekirina kiryarên berê.

 

Serok Mesud Barzanî di 31.sala bîranîna Halabja’de dibê: «…pêwiste qada navnetewî helwesta xwe zelal bikin di derheqa qatlîma li Halabja». Bê goman, ev daxwaz mafekî aştîyane ya gelê Kurdistanê ye û li gor huquqa navdewletî ye.

 

Bi boneyî 31.sal bîranîna qatliama li Halabja, pêwistîya welatparêzên Kurdistanê bi xebatek xurt, rêxistinî û berfireh heye. Serkêşîya xebatek wisa, bê goman pêwiste Hikumeta Herêma Kurdistanê bikê.

 

PDK-Bakur di wê bawerîyê de ye kû xebatek bi vî awayî, wê bikaribê di qada navnetewî de piştgirîyek xurt bistînê. Pêwiste xebat her berdewam bê hetanî kû kiryarên rejîma Saddam di dema Anfal de, li Halabja û komkujîyên DAEŞ`ê li Kurdistan û bi taybet li Şingal wek jenosîd werin qebulkirin ji teref dewletên dinê û rêxistinên navnetewî bi taybet ji teref UN.

 

PDK-BAKUR di 31.salvegera qatlîama Halabja de carek din komkûjîyên li diîj gelê kurd şermezar dikê û bang dikê bo raya giştî, dewletên dinê û saziyên navneteweyî kû xelkên Kurdistanê biparêzin ji qatlîamên paşerojê.

 

18.03.2019

PDK-BAKUR

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ-BAKUR