Helbijartinên 24’ê Hazîranê li Tirkîyê


Roja 24.06.2018 li Tirkîyê helbijartinên Parlamentoya Tirkîyê û Serokkomarîyê tên kirin.
Taybetmendîya helbijartinên 24.ê hazîranê, eweye kû Sistema Parlementarîzmê û sîstema Serokatiyê rikeberiya hev dikin

Li Tirkîyê, dewlet ya netewa tirk e û ne ya Kurdistanîyan e. Li gor destûra dewletê, ne li Tirkîyê û ne jî li Bakûrê Kurdistanê kurd tunenin. Dema kurd werin înkarkirin, bê goman meriv qala mafê wan jî nakê.
Bo vê çendê helbijartinên 24’ê Hazîranê li Tirkîyê, helbijartina Parlamentoysa Tirkîyê û helbijartina Serokê dewleta Tirkîye ye

Parlamentoya ku li gor destûra Tirkîye birêve diçê, rê nadê kurda. Kurd li Parlamentoyê bi sonda parastina mafê netewa Tirk dest bi xebata xwe dikin. Parlamenterên ku vê sondê nekin, li Parlamentoya Tirkiyê nikarin bixebitin.

Partîyên sîyasî yê Tirkîyê jî mixabin ku di programên xwe de cih nedayine çareserkirina pirsa Kurdistanê. Hindek car û bi taybet di demên helbijartinan de qala pirsa kurd tê kirin, lê di asta destûra Tirkîyê de daxawaza guhertinê nehatîye kirin.

Tevî kû HDP bi hêza xwe ve partîyek kurd e û di Meclisa Tirkîyê de ye, lê di program û sîyaseta xwe de, HDP bi şêweyek heşkere xwe mîna partîyek Tirkîyeyî dibînê.
Ji alîyê din ve HDP wek partîyek legal, ne xwedî mekanizmek demokratîk ya navxweyî û ne xwedî helwestek azad û serbixwe ye di birêvebirina sîyaseta xwe de.