NEWROZ 2017

NEWROZ 2017-CEJNA NETEWÎ KURDÎ PÎROZ BÊ!

“Newroz mizgîna hêvî, serkeftin û nûbûnê ye.”

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî diyar kir ku Newroz mizgîna hêvî, serkeftin û nûbûnê ye.

Mesûd Barzanî ji bo Newrozê peyamek weşand. Di peyama Barzanî de van gotinan cih girt: “Ez Newroza gelê xwe ji dil û can pîroz û bimbarek dikim û hêvî dikim ku ev rojên xweş di nav kêfxweşî û bextewariyê de derbas bibe.”

Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku Newroz mizgîna hêvî, serkeftin û nûbûnê ye û wiha got: “Gelê me ji bo rizgarî û xîreta xwe bedelên giran da, lê bawer bin ev têkoşîna ku hat dayîn û xwîna ku rijiya belasebeb nîne. Ji dil û can pê bawer im ku rojên xweş û geş li pêşiya Kurdistanê ye. Gelê Kurdistanê hemû astengiyên li ber xwe yek bi yek têk bir û gihîştin roja îroyîn. Em ê bi vê helwestê bi ser kevin.