Newroz-2019

NEWROZ PÎROZ BÊ !

 

Gel, netew û cemaetên olî, xwedîyê rojên taybet cejn, şîn û şahîya ne. Heyva Adarê ku jê re heyva Newrozê jî tê gotin, ji bo gelê Kurd heyvek bi salvegera rojên şîn û şahîyan tije ye.

 

Roja herî girîng ya vê heyvê roja 21ê Adarê ya Newrozê ye! Newroz, cejna gelê Kurd ya netewî ye. Newroz, ji bo gelê Kurd roja serxwebûn û azadîyê ye. Newroz, di rojên bindestîyê de, tekoşîna rizgarîyê û serhildanê di bîra gelê Kurd tîne.

 

Di roja Newrozê de du sembolên girîng derdikevin pêş: yek jê vêxistina agir û ya din jî bilindkirina Ala Netewî ye.

 

Li BaşureKurdistanê Ala rengîn pêldide û xelkê Kurdistanê bi azadî şahîye xwa pîrozdikin.

 

Sala derbasbûyi, Kurdistan di nav şertên dijwar de derbas bu.

 

Başûre Kurdistan, bi serpereştîya Serok Barzanî, pêşmergê li dijî terorista û dagirkera bi qaremanîyek mezin gelê Kurdistanê û xaka welat parastin .

 

Li rojavayê Kurdistan, şervanên kurd dinav şerekî dijwar de ne. Mixambil kû Hevkarîyek milî li Rojavayê Kurdistanê hîna pêk nehatîye û ev yek ne di berjewendîya gelê kurd de ye.

PDK-Bakur bi minasebeta helkefta cejna pîroz a Newrozê ban YPG/PYD dikê kû di zutirin dem de girtîyên sîyasî yên kurd berdin û Hevkarîya nav xwe û ENKS xurt bikin.

 

Rojhilate Kurdistanê , rejîma mela zilmek bê sînor li dijî gelê kurd dike û bi dehan kurd li sedarê dan.

 

Li Bakurê Kurdistanê, bi navê şerê xendeka 16 bajar weran bun û bi hezaran xelkê me koçber bun.

Niha qonaxeke nu li heremê heye, ji bo kû gelê Kurdistanê ji vê qonaxa nû encamek baş bidest bixê, pewistî bi Hevkarîyek xurt a netewî heye .

 

Me dît çawa Hevkarîya Kurdistanî li Kobanî azadî bi xwe re anî û li tevaya dinya ye dilê dostên kurd xweşkir û serê gelê me li çar alîyê dinyayê berz bu.

 

Le, hezar mixambil li Efrînê bêtifakîya nav kurda bu sebebê ku Efrîn têk herê û dinya jî bê deng bimînê.

 

PDK-Bakur dibê, Hevkarîyek xurt dinav partî û sazîyên Kurdistanî de, Wateya Cejna Newroza pîroz bi xwe ye.

Hêvîdarin Newroza isal bibe destpêkek j ibo yekîtî û Hevkarîyek xurt nav Partî û sazîyên Kurdistanî de. Hevîdarin gelê me û dostên me Newroza xwa di nav şad û bextewarîyê de pîroz bikin.

 

Newroza Gelê Kurdistanê Pîroz bê!

 

20.03.2019

 

PDK-BAKUR

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ-BAKUR