Helwesta PDK-Bakur li ser Konferansa di bin navê; “Bidawîanîna Şerê li Kurdistanê û Perspektîfa Careserîya Sîyasî”

Di navbera 6-7 ê sibata 2016 de li Diyarbekirê bi beşdarîya derdorên siyasî yên cuda, partî û dezgehên civakî yên sivîl, akademîsyen û şexsîyetên serbixwe, Konferansa bi navê “Bidawîanîna Şerê li Kurdistanê û Perspektîfa Çareserîya Siyasî” lidarket.

Encama Konferansê bi daxuyanîyekê ji raya gistî re hate belavkirin.

Em wek Partîya demokrat a Kurdistanê-Bakûr (PDK-Bakur) di vê konferansê de amade nebûn, lê bê goman me prosessa Konferansê ji nêz de sopand.

Daxuyanîya encama Konferansê li gor nerîna PDK-Bakur, isaretî rastîyê dikê û bi naveroka xwe ve, xwedî siyasetek rast û helwestek stratejîk e.

PDK-Bakur pistgirîya xwe didê nisandan bo banga Konferansê kû dibêje;

Konferansa me Pirsa Kurd û Kurdistanê wek pirseke siyasî ya herêmî û navneteweyî dibîne û dibêje çareserî jî di mafê çarenûsîya miletê Kurd de ye.

Konferansa me, piştgirîya xebat û têkoşîna ji bo serxwebûna başûrê welatê me dike. Herweha, piştgirîya lêgerîna statuyekê ya rojavayê welatê me û piştgirîya têkoşîna ji nû ve geşbûna neteweyî ya rojhelata welatê me dike.

Konferansa me bang li dewlet û hukumetê dike, divê ku dev ji şer û operasyonên li gund û bajaran û yên li “derveyî sînoran” berde.

Divê PKK dawî li van xendek û barîkatan bîne; divê dawî li vî şerê çekdarî yê li çîya û bajaran bîne.

Divê hukumet heyeteke hevpar ku ji hemû beşên siyasî û civakî yên Kurdistanê pêk tê, wek muxeteb qebûl bike û di bin çavdêrîya garantorên navnetewî de dest bi pêvajoyeke nû bike.

Serê ku îro li Kurdistanê tê kirin, zirarek mezin ya manewî,civakî, aborî û siyasî dide xelkê Kurdistanê. Serê îro li Bakurê welatê me, mala kurd wêran dikê û bê goman di vî serî de, kec û xortên kurd,

merîvên sivîl û bê guneh tên qetilkirin. Serê îro zoreke ku li dij xelkê Kurdistanê tê bikaranîn û bo vê cendê ye jî ku xelk pistgirî nadê vî serî û li dij radiwestê.

Xebat bo xurtkirina tevgera welatparêz, astîxwaz û azadîxwaz li Kurdistanê, berpirsîyarîyek giringe bo partîya me PDK-Bakur. Xizmeta gel û parastina berjewendîyên Kurdistanî armanca bo PDK-Bakur.

12 Sibat 2016

PDK-BAKUR

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ – BAKUR