Pîkola Heşda Şeibî di dilê Kurdistanê de nayê qebulkirin !

Dagirkirina Kerkûkê encama planên qirêj yê Îranê ye ku bi hikumeta Iraqê hatîye bicîh kirin. Mîlîsên Heşda Şeibî û yekîneyên Artêşa Iraqê carek Kurdistan dagirkirin. Hezar mixabin ku li dij van planên Îranê, hevpeymana navdewletî û di serî de jî Amerîka bêdeng man.
Hevpeymana navdewletî li dij hovîtîya Daeş ê hate avakirin, lê li terora supayên îranê û Heşda Şeibî temaşa dikê !
Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur, li ser dagirkirina Kerkûk ê dilgiranîya xwe dîyar dikê li hember bêdengîya hevpeymana navdewletî. Bêdengîyek wisa li dij prensîpên mirovî, demokratî, aştîxwazî û li dij kultura welatên Ewropî/Rojavayî dibînê.
Partîya me bi dengekî bilind bang dikê bo hemî welatparêzên Kurdistanê ku li hember dagirkirina xaka Kurdistanê yêkrêzîya xwe xurt bikin. Lewra nûka roj, roja bicîhanîn erkên welatparêzîyê ye.
Dunya şahidê ku çawa diho Peşmergeyên Kurdistanê welatê xwe ji qirêj û hovîtîya Daeş ê paqij kir, wê di pêşêrojê de jî bikaribê welatê xwe ji terora supayê îranê û Heşda Şeibî jî paqij bikê.
A herî giring ewe kû em di demek wisa de rê li ber nakokîyên navxweyî bigrin, û xurtirîn xebatê bikin bo yekrêzîya xwe û parastina xelkên Kurdistanê.
Yekemîn rêgeya parastina Kurdistanê ji hêzên dagirker, eweye kû îradeya 93% a xelkên Başûrê Kurdistanê werê bicihanîn.

PDK-BAKUR
Partîya demokrat a Kurdistanê – Bakur