Platform ji hev veqetiyan

Daxuyanîya PDK-Bakur

 

Li gor agahdarîyên Rûdaw.net û medya civakî komek ji nav Platforma demokratên kurd, bi hinceta ku rêveberiya wan biryarên kongreyê di wexta xwe de pêk neanîye, li Amedê civiyane û kongreya xwe li dar xistine.

Em wekî Partîya demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur) xwedî vê helwestê ne ku tu carî naxwazin yekîtîya di navbera hêzên kurdî/welatparêz de lawaz bibê. Lê bê goman ev helwestek navxweyî ya Platforma demokratên kurd e û wan girêdidê.

Di vê derbarê de tişta ku raste rast partîya me girêdide, eweye kû koma ku Kongreya xwe pêkanîye, mîna Platforma demokratên kurd bi serokatîya Sertaç Bucak heman xeletîyê dikê û navê partîya me bi kar tînê.

Partîya demokrat a Kurdistanê– Bakur (PDK-Bakur), çendîn car ji raya giştî re helwesta xwe dayîye xuyakirin ku Platforma demokratên kurd bi şêweyek xelet û ne meşrû navê partîya me bikar tîne. Ev helwesta me ya fermî ye û kîjan grup an jî alî navê partîya me bikarbînê, karekî ne huqûqî dikê.

Em hêvî dikin ku koma kû li dij rêveberîya Platforma demokratên kurd helwest sitandinê,di zutirîn wext de xeletîya xwe serrast bikê û navê partîya me bo xwe bikar neyînê.

 

PDK-BAKUR

Partîya demokrat a Kurdistanê-Bakur