Pêwiste Platforma Demokratên Kurd dev ji bikaranîna navê PDK-Bakur berdê

01/08/2016 23:43:00

Di hefteya bûrî de li Hewlêr ê qaşo Kongreya 11.a PDK-Bakur di bin navê yekrêzîya navxweyî(!) de hatîye pêkanîn.

Li gor agahdarîya Rudawê ya 1.tebaxê; Kongreya PDK-Bakur biryar sitandîye ku di navbera 6 meha de bibê partîyek fermî li Tirkîye(!).

Em wek Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur) raya giştî cardin agahdar dikin ku bi ti awayî helwesta damezrandina partiyek heşkere, me girê nadê, ji ber kû xwedîyê vê biryarê tevgera/rêxistina Platforma demokratên kurd e.

Bi hêvîya ku Platforma demokratên kurd di paşerojê de, dev ji bikaranîna navê PDK-Bakur berdê

û bo navê xwe ҫend tîpên din ji alfebeya kurdî helbijêrê.

Mesrûîyeta bikaranîna navê PDK-Bakur li gel wê hêzê ye ku di sala bûrî de, Kongreya xwe ya XII.pêkanîyê û bi daxuyanîyekê raya giştî agahdar kirîye.

 

Partîya Demokrat a Kurdistanê – Bakur

PDK-BAKUR