Li gor agahdarîyek kû di Rudaw de hatîye belavkirin di navbera 24-26 ê vê heyvê de qaşo Kongreya PDK-Bakur wê pêk werê.
Hejmarek endamên PDK-Bakur li gel hinek ku ne endamê partîyê bûn di sala 2012 de.
civînek amade kirin û bi daxuyanîyekê ev civîn wek Kongreya 10.a PDK-Bakur bi navkirin.
Tişta herî balkêş ew bû ku di vê Kongreya ne meşrû de, endamekî ne meşrû yê PDK-Bakur wek «sekreterê» PDK-Bakur hate helbijartin.
Ji sala 2012 hetanî nûka, vê grupê di raya giştî de, xwe wek PDK-Bakur da naskirin.
Di rastîya xwe de navê vê grupê Platforma demokratên kurd bu.
Platforma demokratên kurd xebata heşkere (legal) bo xwe hellbijart, lê navê PDK-BAKUR jî wekî reklamek bikaranî.
PDK-Bakur ҫendin car raya giştî û bi taybet Rudaw agahdar kirîyê, di derheqa nerastîya bikaranîna navê
PDK-Bakur ji teref grupa Platforma demokratên kurd de.
PDK-Bakur berî salekê raya giştî aghadar kirîye di derheqa amadekirina Kongreya xwe ya XII. de.
PDK-BAKUR hêvîdare ku grupa Platforma demokratên kurd, di civîna xwe ya 24-26 ê vê heyvê de bikaribê
xwe ji vê rewa xelet rizgar bikê û bibê alîkar di xebata welatparêzî ya Kurdistanî de.
24.07.2016
PDK-BAKUR
PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ – BAKUR