Serokwezir

 

Birêz Mesrûr Barzanî,

Serokwezîrê Hikûmeta herêma Kurdistana Federal !

Partîya demokrat a Kurdistanê-bakur (PDK-BAKUR), bi dilgermî helbijartina we pîroz dikê

wek Serokwezîrê Hikûmeta herêma Kurdistana Federal.

Di heman wext de em pîrozbayîya xwe arasteyî her yek ji wezîrên di kabîneya 9.ya Hikûmeta herêma Kurdistanê de dikin.

 

Birêz Serokwezîr !

Xwendina Program û Karnameya kabîneya 9.li Parlamentoya Kurdistanê, ji teref cenabê we, di heman wext de bersivek bû bo daxwaz û hêvîyên xelkên Kurdistanê.

Em di wê bawerîyê de ne kû bicîhanîna Program û Karnameya kabîneya nehemîn wê bi xwe rê Kurdistanê bighîne asteke aramtir, xwestir û bihêztir.

Bi hêvîya serkeftina we di xebata welatparêzî, niştimanperwerî û parastina berjewendîyên hemwelatîyên Kurdistanê li gor mafên demokratîk, mirovî, wekhevî û li gor yasayên dezgehên Kurdistanê.

 

Germtirîn pîrozbayî û serkeftin bo Serokwezîr û kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal.

 

 

11.07.2019

PDK-BAKUR

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ – BAKUR