Qamishlo

Qamişlo di roja 27.07.2016 de !

Qamişlo, bajarek ji bajarê Kurdistanê. Taybetîya vî bajarê şêrîn ewe kû li ser sînorê du beşên welatê xwe ye. Qamişlo cihekî xwe ya taybet heye di dilê piranîya welatparêzên Kurdistanê de. Runiştvanên Qamişlo bi kesayet, siyasetmedar û bi şêweyek giştî bi xelkê xwe ve alîkarîya xebata welatparêzî ya her ҫar beşê Kurdistanê kirîye. Qamişlo îro brîndare. Qamişlo îro bûye armanca êrîşa hovane ya DAIŞ ê.

DAIŞ ê li Qamislo, li dij xelkê sivîl, xelkê Kurdistanê carek din qatlîamek pêkanîye û hovîtîya xwe tekrar kirîye. Hejmarek zêde ji xelkê Qamislô hatîye şehîdkirin û bi sedan xelk brîndar bûne. Bi bûyera Qamislo re, dilê her kurdekî welatparêz brîndar bûye. Pêwistîya xelkê Qamislo bi yarmetîya hemî kurda û merivê xwedî vijdan heye.

PDK-Bakur vê êrîşa hovane ku li dijî Qamişlo´ya Kurdistanê hatîye kirin, rûreş dikê û dijatîya xwe bi tundî dide xuyakirin. Bila xelkê Qamişlo û gelê Kurdistanê sax bê. Gora şehîdên Qamislo behişt bê û bi hêvîya ku brindar di demek nêz de bi saxî vegerin nav xelkê xwe. PDK-Bakur bang dikê ku hemî şêweyê yarmetîyê werin bicihkirin bo xelkê Qamislo. Di heman wext de helwesta Herêma Başurê Kurdistan ê û yarmetîya wê bilind dinirxînê.

PDK-BAKUR

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ – BAKUR