SALA 2019 LI KURDISTANÎYAN PÎROZ BÊ !

SALA 2019 LI KURDISTANÎYAN PÎROZ BÊ !

 

Îşev li piranîya dewletên cîhanê, serokê her dewletê wê pîrozbayîya sala nû li hemwelatîyên xwe bikê û gotara xwe ya bo sala nû pêşkêş bikê.

 

Em Kurdistanî mixabin kû ne xwedîyê dewleta xwe ya serbixwê ne. Di sersala 2019 de jî, ji gotara serokdewletîya xwe bêparin.

 

Hemwelatîyên Kurdistanê wekî salên bûrî, wê cardin li gotara serokdewletên dagirkerên Kurdistanê «guhdarî» bikin. Cihê mixabinîyê ye, lê ev rewşa welatê me ye. Gotara serokê dewletên dagirker bo Kurdistanîyan bi gotinek kurt tenha dilêşî û metirsîye.

 

Bo vê çendê ye kû hemwelatîyên Kurdistanê di pîrozabayîyên xwe yên di salên bûrî de û îsal jî, bi taybetî îşaretî vê armanca hevbeş dikin û hêvîdarin kû di sala 2019 de, Kurdistanî bibin xwedî dewleta xwe ya serbixwe.

 

Bê goman pîrozbayî û hêvîyek wisa rast e, xweş e û rewa ye.

 

PDK-Bakur sala nû-2019’ê, li hemî Kurdistanîyan pîroz dikê û sûnda xwe dubare dikê kû berdewam bê di xebata xwe de bo bicîhanîna vê armanca hevbeş kû ew jî damezrandina dewletek serbixwe ya Kurdistanê ye.

 

Bo armancek wisa PDK-Bakur berdewame di xebata xwe de bo pêkanîna xebatek hevbeş, hevkarî, û yekrêzîya hêzên sîyasî Kurdistanî.

 

31.12.2018

PDK-BAKUR

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ – BAKUR