SALA NÛ – 2016 PÎROZ BÊ !

SALA NÛ – 2016 PÎROZ BÊ !

pdk_bakur_logo

Îşev li piranîya welatên cîhanê, peyamên sersala-2016 ji teref serokên

dewletan de wekî her sal wê werin xwendin.

 

Taybetmendîyek hevbeş û modern ya peyamên sersalê, daxwaza aştî,

pêşxistina aborîya welêt, pêşxistina civakê û sistema demokarsîyê ye…

Dibê ku em işev bi hev re guhdarî bikin li peyamên ku raste rast

bandora xwe li jîyana xelkê Kurdistanê dikin.

 

Bo xelkê Bakurê Kurdistanê di rewşa nûka de,

bê goman rawestandina şer daxwaza herî giring e.

 

 

Emê hemî  bi hev re bibînin ku terefên şer heya çi radeyê,

wê li îrade û daxwaza xelkê Bakurê Kurdistanê rêz bigrin.

 

PDK-Bakur bi dilgermî  sala nû-2016 li hemî xebatkarên Kurdistanê pîrozdikê

û bi taybetî li wan merivê ku welatê xwe li gor imkanên xwe ava dikin.

Bi hezaran car sala nû pîroz bê li wan pêşmerge û şervanên ku

xaka Kurdistanê li dij êrîşên nemirovane û hovane diparêzin.

 

BI HÊVÎYA KU XELKÊ KURDISTANÊ,

DI DEMEK NÊZ DE DEWLETA XWE DAMÊZRÊNÊ

Û WEK HEMÎ GELÊ CIHANÊ BI ṢÊWEYEK AZAD

LI PEYAMA SEROKÊ DEWLETA XWE

GUHDARBIKÊ DI SERSALÊN PAṢEROJÊ DE.

 

31.12.2015

PDK-BAKUR
PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ-BAKUR