Serdana Mesud Barzanî bo Turkiyê

serdana-mesud-barzani-bo-turkiye

12/12/2015 07:40:00

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesud Barzanî di 9 û 10 vê heyvê de serdanek bo Turkiyê kir.

Serdana Mesud Barzanî di heman wext de, lêgerinek bû bo çareserîya kriza di navbera dewleta Turkiyê û Iraq ê de.

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesud Barzanî serdanek bi naveroka xwe ve dolemend û di demek giring de bo Turkîyê kir.

Di vê serdane de, birêz Mesud Barzanî ne tenha berjewendîyên Kurdistanê, lê di heman wext de berjewendîyên netew û welatên cîran jî parast.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di gotarek xwe de ragihandibû ku “Gelê Kurdistanê xwediyê doza rewa ya xwe ye û bi ti awayî jî  em li dijî ti welatekî nînin. 

Em rê nadin Kurdistan bibe qada hesabên hêzên herêmî û tayifî.”

 

Xalên ku birêz Mesud Barzanî di serdana xwe de li gor medya kurdî ku bi rayedarên Turkîyê re anîn rojevê;

 

Lêgerîna çareserîyekê bo kriza di navbera Turkiyê û Iraqê,

Peywendîyên aborî di navbera Başûrê Kurdistan û Turkîyê,

Pêvajoya aştîyê li Bakûrê Kurdistanê,

Peywendî bi rêxistin û partîyên siyasî Kurdistanî li Bakurê Kurdistanê,

Xurtkirina cepheya ser li dij rêxistina hov û qirêj-DAEŞ

Çareserîya kriza Musil û rizgarkirina bajêr,

û dibê ku gelek xalên din jî hatibin gotubêjkiirn di serdana birêz Mesud Barzanî de.

 

Barzanî di serdana xwe bi rayedarên Turkîyê re berjewendîyên netew û dewletên cîran jî parast.

Daxwaza astîyê û têkbirina DAEŞ bê goman di berjewendîya hemî gel û welatên herême ye.

 

Xalên ku di serdana birêz Barzanî de hatine gotubejkirin, naveroka siyaseta aştiyane, demokrat û mirovayî ya serkirdayetîya Başurê Kurdistanê dide xuyanikirin.

 

PDK-Bakur, weki her rêxistin û partîyên Kurdistanî bi serdana Birêz Mesud Barzanî serbilinde.

Bê goman nayê vê wateyê ku hemî xalên ku hatinê gotubêjkirin di serdana birêz Mesud Barzanî de terefên din wê pêkbînîn.

Lê a herî giring ewe ku terefê kurd bi serperiştîya birêz Mesud Barzanî, bi serdanek wisa, bi serbilindî û bi bawerî rola xwe ya siyasî qewîntir dikin di diplomasîya navnetewî de.

 

11.12.2015

PDK-BAKUR
PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ-BAKUR