Terora li dij HDK

 

PDK-Bakur terora li dij politbûroya Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) li Koyê, şeva 20ê rêbendanê 2016 bi tundî şermezar dikê.

Di encama terorê de 5 endamên HDKê û 2 karmendên asayîşê şehîd bûn û 3 kes jî brindar bûn.

Roja şemiyê 24-12-2016 HDKê bi daxuyaniyekî tometa êrîşê xiste ser Îranê.

Li ser banga HDK ê, partîyên sîyasî yên ji her çar parçeyên Kurdistanê piştgirîyek xurt hate kirin.

Sekreterê Giştî yê HDKê Xalid Ezîzî di civînê de gotarek pêşkeş kir û civîna partiyên kurdî weke piştgirî bo tekoşîna gelê Rojhilatê Kurdistanê binav kir.

“beşdarbûna hemû partiyên Kurdistanê, rêzgirtina li hember qurbaniyên dawîn ên terora Komara Îslamî ye. Ya ji bo me giring e, hevderdî, hevxebat û hevruhiya we, berpirsiyariya we ye. Ev yek dê bibe hêwineke baş ji bo li hev nêzîkbûna partiyên Rojhilatê Kurdistanê. Di heman demê de hest û berpirsiyariyeke ji bo hemû aliyan da ku li gorî şiyanên xwe Herêma Kurdistanê biparêzin.

Bê goman rawestandina li dij terorê û pistgirîya tekosîna rojhilatê Kurdistanê erkek mirovayî, demokratî û nistimanperwerî ye.

Partîyên siyasî Kurdistanî, îro ji hemî demê bêtir pêwistîya wan bi hevkarî û yekdengî û yekrêzîyê heye.

PDK-Bakur terora li dij HDK bi tundî sermezar dikê û hevxemîya xwe dide xuyakirin bo qurbanîyên terorê.

24.12.2016

PDK-BAKUR

Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur