PDK-Bakur êrîşên dewleta Turkîyê li Ṣengal û Rojavayê Kurdistanê şermezar dikê !
Balafirên şer yên Turkîyê roja 25.Nîsan ê 2017 êrîş birin ser çeperên Pêşmerge li Ṣengalê û roja 26-27 ê Nîsanê 2017 jî êrîş birin ser deverên cûrbecûr li Rojavayê Kurdistanê. Di encama van êrîşan de 8 peşmerge li Ṣingalê li Başûrê Kurdistanê, gelek şervanên kurd û xelkê sivil li Rojavayê Kurdistanê jîyana xwe ji dest dan.
Sîyaseta dewleta Turkîyê rolekî xwe yê êrîşkar distînê.
Egera êrîşên dewleta Turk ji rastîyê xwe durin. Em weki PDK-Bakur pêwist dibînin ku analîza van êrîşa di nivîsek din de werê şirove kirin.
Êrîşên dewleta Turkîyê, aramî û aştîya li rojhilata navîn têk didê. Êrîşên dewleta Turk, agirê li rojhilata navîn xurttir dikê û di heman demê de, mecalek firehtir û emrekî dirêjtir didê şerê qirêj yê DAES’ê li vê herêmê.
Ev siyaset di rikberîye de ye bi dewletên hevpeyman li dijî DAES’ê, Rusya û di heman demê de li dijî siyaseta NATO ye, kû Turkîye bi xwe yek ji endamê wê ye.
PDK-Bakur êrîşên dewleta Turkîyê bi tundî şermezar dikê û daxwaz dikê ku dewlet van êrîşên xwe bê qeyd û merc rawestînê.
PDK-BAKUR
PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ-BAKUR