Xelata Nobel-2018

Nobel Peace Prize to Nadia Murad and Denis Mukwege

Xelata aştîyê ya Nobel-2018 wek xelatek herî giring kû tê naskirin di cîhanê de,

hate dayin bo Nadia Murad (Kurdistan) û Dr. Denis Mukwege (Kenya).

Ev nûçe cihê şanazî û kêfxweşiyê ye bo hemî gelê Kurdistanê.

Lewra xelata Nobel-2018, xelateke bo hemî gelê Kurdistanê û di serî de jî bo kurdên Ezîdî.

Xelata Nobel di heman wext de sozeke bo berdewamî û piştgirîya xebata aştiyê.

Berî seremonîya teslîmkirina xelata Nobel, li paytexta Norweç li Oslo hinek çalakîyên hêja tên kirin.

Piranîya medya cihanê cîyekî giring didin seremonîya wergirtina xelata Nobel.

PDK-Bakur hêvîdare kû di van rewresmên/çalakîyên kû werê kirin de, Nadia Murad gotara xwe 

bi kurdî bixwênê û çalakîyên tên kirin bi cil û bergê kurdî bi xemilînê.

PDK-Bakur pîrozbayîyek germ rêdikê bo Nadia Murad bi sitandina xelata Nobel-2018.

PDK-BAKUR
PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ-BAKUR