YEK JI DAMEZRÊNERÊ PDKT DERWÊŞÊ SADO, JÎYANA XWE JI DEST DA.

Derwêşê Sado ji ber nexweşîya Covîdê, roja 2.oktober 2020 li nexweşxaneya Êlihê (Batman) jîyana xwe ji dest de.

Derwêşê Sado yek ji damezrênêrê PDKT ye.di Sala 1965 ê  de û ji wê demê û vir de, di nav xebata kurd û Kurdistanî de cîyê xwe sitandîyê. Di 20-30 salên dawî de jî xebata xwe ya rêxistinî di nav PDK-Bakur de berdewam dikir.

Derwêşê Sado ne tenha xebatlkarekî li Bakûrê Kurdistanê her wisa jî xebata wî bi peywendîyên li gel partîya bira PDK’ê jî xurt û berdewambûn û bo vê xizmetê ye kû Derwêş, bi nîşana nemir Barzanî hatîye xelatkirin.

Em dost û hevalên kek Derwêş, xemgînîn bi koça wî ya dawî..

Bi vê boneyê;

 

Di serî de em sersaxîyê ji malbata kek Derwêş re dixwazin û hevparin bi xemgînîya malbata rehmetî.

Sersaxî bo hemî dost, heval û hezkirîyê Mam Derwes.

Sersaxî bo hemî xebatkarên doza kurd û Kurdistan.

03.10.2020

PDK-BAKUR

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ – BAKUR